Şaredarê  Cinêvê: Greva birçîbûnê berxwedaneke birûmet e

Şaredarê berê yê Cinêvê Paganî serdana çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Alî Koçak kir, ku Koçak ev 71 roj in li Cinêvê li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Serdanên li çalakgerê greva birçbûnê Mehmet Alî Koçak didomim, ku Koça ev 71 roj in li Cinêvê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Koçak çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorver li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cinêvê didomîne. Şaredarê berê yê Cinêvê, ku niha jî di rêveberiya Şaredariya Cinêvê de ye, Remî Paganî û endamê Meclîsa Şaredariyê Gazî Şahîn serdana Koçak kirin.

PAGANÎ: EM LI PIŞT BERXWEDANA WE YA BIRÛMET IN

Paganî ku têkilî berxwedana Koçak û rewşa tendiristiya wî agahî standî, diyar kir ew piştevanê berxwedanê ne.

Paganî got, ''Têkoşîna ku niha hûn didin berxwedaneke birûmet e û em berxwedana we slav dikin û diyar dikim ku ez piştevanê we me. Her carê ez li dijî gavên nehiqûqî yên rejîma Erdogan bûm û ez ê tim li dij bim. Piştevaniya me ya ji bo Kurdan wê bidome. Têkçûna Erdogan a di hilbijartina 31'ê Adarê de girîng e. Biya min wê berdewam vê were.''

KOÇAK: PIŞTEVANÎ GIRÎNG E

Koçak ji serdanvanan re got bê ka ew çima di greva birçîbûnê ye, bal kişande ser tecrîda li ser gelê Kurd a ku di şexsê Ocalan de hatiye danîn. Koçak ji serdanê kêfxweşiya xwe diyar kir û got, ''Tecrîda li ser Ocalan her wiha tecrîda li ser nirxên mirovî ye. Ji bo vê em dibêjin em dikarin vê tecrîdê bi piştevaniyê bişkînin. Em jî hazir in ku berdêlan bidin, a girîng nirxên mirovî em bidin jiyîn.''

Koçak her wiha 1'ê Gulanê jî pîroz kir, diyar kir ew li her deverê li ber xwe didin, wê li ber xwe bidin û bawer dikin ku ew ê Rêbertiya xwe û gel azad bikin.