BI DÎMEN

Şanogera ji Siweydayê: Hunera Rojava ji bo Sûriyeyê dikare bibe mînak

Şanogera ji Siweydayê Fadiya Tirabî dibeje, hunera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo Sûriyeyê bibe mînak û got: "Huner bi xwe nasname û peyama civakê ye."

Ji bo her civakekê nasnameya xwe parastin ji vexwarina av û xwarina nan girîngtir e. Lewra di parastina nasnameyê de rola sereke dikeve li ser xebatên çand û hunerê. Gelê Siweydayê jî girîngiyê dide çand û hunera gelê Durzî û ji bo xwe, xebatên girêdayî çand û hunera ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê meşandin jî esas digrin. Fadiya Tirabî ya ku şanogereke ji Siweydayê ye, ji ajansa me re behsa çand û hunera Siweydayê kir.

LI SIWEYDA DI ÇAND Û HUNER DE JIN PÊŞENG IN

Fadiya Tirabî li ser hewldanên ku çand û hunera li Siweyda pêş bikeve wan agahiyan parve kir: “Dema beşdarî Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bûn, me dît ku çand û hunera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî çand û hunera li Siweyda ye. Bi rastî jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek xwedî hêz in û her tim ji bo çand û rewşenbîrtiyê amade ne. Li Siweyda jî jin bi rolek pir mezin cihê xwe di nav qadên civakê de digre. Jin rola herî sereke di nav qadên çand û hunerê de dilîze. Tişta ku me ji bo xwe mînak girt, jina ku li Rojava xwe kiriye xwedî nasname û xwe nas kiriye. Her wiha li Sûriyeyê jin pêwîste tevahî jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe mînak bigrin. Jina li vê herêmê tim dixwaze deriyê pêşketinê jê re vekirî be. Lê belê ji ber min ev herem ji nêz ve nas kir, min zanîbû ku jinên me jî mîna jina li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze xwe pêş bixe.”

LI ROJAVA BI HUNERÊ JIYAN TÊ HUNANDIN

Fadiya Tirabî di nav axaftinên xwe de anî ziman ku pergala birêvebirina saziyên çand û hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihêle ku çand û huner pêş bikeve û wiha got: “Pêşketina di nav hunera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêdibe ji bo giştî Suriyeyê mînak e. Bi hunerên ku tên pêşkêşkirin û pêş dikeve, jiyan tê hunandin û jiyan bixwe tê vegotin. Ev yek bandorê li hestên mirov dike û dihêle temaşevan pêre bikeve bûyerê. Tişta ku bala min kişand cil û bergên ku her dem jin û mêr li xwe dikin bû. Ji ber ku bi çanda xwe ve pir girêdayî ne û naxwazin kes çanda wan têk bibe.”

‘HUNER BI JIN XWEŞIK DIBE’

Fadiya Tirabî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya çand û hunerê ji bo tevahî jinan û wiha axivî: “Kesayeta herî zêde ku dikare bibe deng û rengê civakê jin e. Ji ber ku jin dikare êşa civaka xwe bîne ser ziman û hestên xwe baş bîne ser ziman. Jin çiqas zêde cihê xwe di nav qadên çand û hunerê de bigire ew qas civak pêş dikeve. Di riya çand û hunerê de jin dikare li hember her cûreyên tûndiyê bisekine. Em tim dibêjin çima li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweşikbûnek heye, bersiva wê jin û huner e. Ji ber huner bi jin xweşik dibe. Li vê herêmê jin û huner ji hev ne qut e. Ev yek li Siweyda jî bi vî rengî ye. Heya ji me tê em dixwazin jin bi hêz bikin û mafê wê biparêzin. Ji ber huner bixwe nasname û peyama civakê ye.”

BANGA HEVGIRTINA JINAN DI ÇAND Û HUNERÊ DE

Fadiya Tirabî axaftina xwe wiha dawî kir: “Çand, di her kêliya jiyanê de heye. Ji rûniştinê bigre heya li xwe kirina cilan, xwarin, vexwarin û hwd hemû dibe çanda gelan. Dema em li civaka xwezayî jî binêrin, em ê bibînin ku çanda gelan bidevokî û bidengbêjî ye, wek lorî, dîlan, helbest û hwd. Ji ber wê çand her tim herikbar e. Ez bi hêvî me ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi taybet jin, hevgirtina me xurt be û em bi hev re Suriyeyekî xemilandî bi hunerê ava bikin. Ji hemû gelan re dibêjim bila her kes xwedî biryara xwe be û xwe di aliyê hunerî de pêş bixe.”