Şagirtên kursa zimanê Kurdî bawernameyên xwe wergirtin
Kursa Kurdî ya ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Dssseldorfê û Meclîsa Jinan a Wuppertalê ve hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Kursa Kurdî ya ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Dssseldorfê û Meclîsa Jinan a Wuppertalê ve hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Kurs ji aliyê mamoste Asmîn Engîn ve dihat dayîn lê ji ber şewba Koronayê hatibû taloqkirin.
5 şagirtên kursê ku tevlî asta destpêkê ya kursa Kurmancî bibûn, bi merasîmekê bawernameyên xwe wergirtin.
Di merasîmê de Hevserokên Enstîtuyê Hacîre Genç û Fevzî Ozmen axivîn û behsa armanca Enstîtuyê kirin û ji ber eleqeya wan a ji bo zimanê Kurdî spasiya şagirtan kirin.