Îsyan Brûsk û 5 hevrêyên xwe li Marsîlyayê hatin bibîranîn

Ji bo 6 gerîlayên HPG’ê yên di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Marsîlyayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo gerîlayê HPG’ê Îsyan Brûsk (Azad Turan) ê di 4’ê Îlona 2017 de bi 5 hevrêyên xwe re li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, konê şînê hatibû danîn. Şîn di roja duyemîn de bi dawî bû.

Piştî ku malbata Îsyan Brûsk sersaxî qebûl kir, li Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Merasîma bîranînê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre sînevîzyona der barê gerîlayên şehîd bûne de hate nîşandan.

Li salonê jî quncikekî şehîdan hat amadekirin. Di bîranînê de Endamê Dîwanê yê CDK-F‘yê Sabahattîn Xinis axivî û ev tişt anî ziman: “Dema herî dijwar ji bo me axaftina ji bo şehîdan e. Em soza şopandina rêya wan didin, em ê bi mezinkirina berxwedana xwe ya li her qadê û azadkirina Rêber Apo re layiqî şehîdan bin. Ji gelê Kurd, di serî de ji malbata hevrê Îsyan û Rêber Apo re sersaxiyê dixwazim. Şehîd namirin.“

Li ser navê malbata gerîlayê HPG’ê Îsyan Brûsk jî axaftin hatin kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.