Îke: Ji bo rakirina tecrîdê saziya berpirsyar CPT ye

Çalakgera greva birçîbûnê Gulistan Îke diyar kir ku CPT ji berpirsyariya xwe direve û bang li gelên Kurd û yên Ewropayê kir ku bila zextên li ser CPT’ê zêdetir bikin.

Ji 17’ê Kanûnê û vir ve 14 çalakger li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne. Çalakger Gulistan Îke jî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ji Stêrk Tv’yê re axivî.

Îke bal kişand ser vî tiştî ku ew dixwazin raya giştî ya navneteweyî dengê wan bibihîze.

Îke diyar kir ku ligel ku çalakiyên greva birçîbûnê di raya giştî de deng daye jî CPT hê neketiye tevgerê û got ku, “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, saziya mûxatab CPT ye. Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û CPT jî saziyeke Konseya Ewropayê ye. Hemû tiştên derhiqûqî yên welatekî ku girêdayî Konseya Ewropayê ye, CPT’ê eleqedar dike.”

Îke bang li gelê Kurd kir ku divê bi çalakiyên xwe zextan li CPT’ê bike û bal kişand ser vî tiştî ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiyên xwe bi dawî nekin.