Îddîaya min ev e ku bibim milîtanê heqîqetê
Îmam Şîş: Em ê tecrîdê qebûl nekin! Ew ê xwe hînî tecrîdê nekin û em ê bi çavê tiştekî normal li wê nenihêrin. Em dizanin em çi dikin, em bi sînorên îrade û hêza xwe dizanin.
Îmam Şîş: Em ê tecrîdê qebûl nekin! Ew ê xwe hînî tecrîdê nekin û em ê bi çavê tiştekî normal li wê nenihêrin. Em dizanin em çi dikin, em bi sînorên îrade û hêza xwe dizanin.
Îmam Şîş, li gorî qeydên fermî navê wî Îlhan e. Vî ciwanê Kurd li bajarê Newportê yê Galê li Navenda Civakî ya Kurdan 51 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Îmam bi vî awayî qala çîrok û têkoşîna xwe dike “Di sala 1987’an de li Elbistana Mereşê ji dayîk bûme. Em malbateke Kurd û Elewî ne. Di sala 1999’an de di navbera çepgir û faşîstan şer çêbûbû û li wê derê xwendekarekî faşîst hatibû kuştin. Ligel ku haya wî ji vî tiştî tunebû, ev kuştin ket stûyê xizmekî me û malbata me bû hedef. Ji ber vê jî me bar kir Balikesîrê. Li Balikesîrê jî li dijî faşîstan şer hatibû kirin û navê me jî ketibû wan bûyeran, vê carê birayê min kirin hedef. Ji ber şertên polîtîk û ekonomîk ez di sala 2005’an de hatim Îngîltereyê. Birayê min jî di sala 2006’an de tevlî nav refên PKK’ê bû. Bi tevlêbûna birayê min de min dest bi xwendina pirtûkên li ser PKK û Dîroka Kurdistanê kir. Têkoşîna li Kurdistanê heyecaneke mezin dida min. Birayê min jî di sala 2017’an de li Dersimê şehîd bû.
Ez jî dema hatim vir, her roj herî kêm 12 saetan li dikana kebaban a apê xwe dixebitîm. Wê demê min zêde fêm nedikir lê a niha dibînim ku mêtina kedê heye. Di heman demê de têkiliyên malbatî, berpirsyarî mirovan dike kole. Demeke dirêj ez li ser van tiştan fikrîm. Di sala 2011’an de li Londrayê tevlî xebatên ciwanan bûm. Piştre tevlî xebatên Komelên Ciwan bûm. Bi xwendina pirtûkên Rêbertiyê re lêgerîn û lêpirsîna min zêde dibû. Di pêvajoya Kobanê de dîsa tevlî nav xebatan bûm. Piştî qedandina pêvajoya çareseriyê min fêm dikir ku ew ê rojên reş werin û min xwe ji pêvajoya nû re amade dikir.
AVŞIRKA KU DIRIJE SER ÇEM
Derbarê Rêbertî analîzeke hevalekî hebû, min jî wisa Rêbertî şîrove dikir, “Heke hebûna li gerdûnê çemek be, Rêbertî avşirkek e ku avê dide vî çemî. Her dem av tê, herîkînek heye. Jixwe Rêbertî jî dibêje, heqîqet jiyaneke watedar a di nava tevgerê de ye. Dema em li jiyana Rêbertî binihêrin, em vî tiştî dibînin, her dem di nav tevgerê de ye û nasekine. Di jiyana Rêbertî de mal û milk tune, hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelekî xerc kiriye. Ev jiyaneke watedar e.
DÎNÊ HEQÎQETÊ
Bi awayekî cîddî nêzî xebatan bûm. Di çarçoveya felsefeya Rêbertî ez nêz bûm. Min pîvan li ser xebatan da ferzkirin, ji ber vê jî ez bi navê ‘dogmatîk’ hatim sûcdarkirin. Carinan navên wekî ‘dîn’ li min hate kirin. Sermesele rojekê li ser rêya Harîngeyê min tena sere xwe çalakiya girtina rê li dar xistibû. Di dema pêvajoya Efrînê de jî tiştekî wisa pêk hat. Carekê li Cardîffê fûara çekan hebû, ji bo ku çekan nefiroşin Tirkiyeyê, min banga çalakiyê li hevalan kir. Meclîsa me tevlê nebû, tevî çend hevalên anarşîst ên Îngîltereyê em tevlî çalakiyê bûn û polîsan em destgîr kirin. Di dema darizandinê de, min parastineke siyasî kir û min çalakiya xwe parast. Parêzerê min diyar kir ku rîsk heye cezayekî zêde bidin min lê min parastina xwe bi paş ve nekişand. Bi tîşortê ku wêneyê Rêbertî li ser heye, ez diçûm rûniştinên dozê. Di darizandinê de dadger maf da min. Îddîya min ev e ku ez ji dînê heqîqetê bibim milîtanê heqîqetê.
GELO EM XWEDIYÊ JIYANEKE WATEDAR IN?
Rêbertî di parêznameya xwe ya dawîn de qala jiyana li Îmraliyê dike û dibêje ku ‘Mirov dixwaze li derve be, dixwaze li hundir be dema ku jiyana wî/wê azad û demokratîk be, ew ê ev tişt watedar be.’ Ev tişt pirsekê ji me dike. Gelo em Kurd, xwediyê jiyaneke wisa ne? Di dîrokê de û di roja me de, rewşa gelê Kurd li holê ye. Înkar, îmha, êrîş, qetlîam, dagirkerî, sirgun û koçkirin. Heke ev rewş Kurdan aciz neke, li wê derê di warê exlaq de kêşeyek heye. Mebesta min a ji exlaq ev e ku, li wê derê biyanîbûn, teslîmbûna polîtîkayên qirkirinê û nedîtina nasnameya Kurd heye.
NABE KU EZ NORMAL BIJÎM
Li Rojava gefên qetlîamê heye, li bakur êrîşên cîddî heye. Qirkirina siyasî û çandî didome. Heval Leyla Guven ev berxwedan daye destpêkirin, nedibû ku wekî tiştek tunebe, ez wekî berê bijîm. Nabe ku ez jiyana xwe normal û rûtîn bidomînim. Ev pêvajo fedakariyê dixwaze, min xwest di vê pêvajoya dîrokî de cihê xwe bigirim. Bêyî ku fikarên min hebin, min dest bi vê çalakiyê kir.
Em ê tecrîdê qebûl nekin! Ew ê xwe hînî tecrîdê nekin û em ê bi çavê tiştekî normal li wê nenihêrin. Em dizanin em çi dikin, em bi sînorên îrade û hêza xwe dizanin.”
JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA