Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Êzidiyên li Elmanyayê ji bo Şengalê dest bi hefteya çalakiyan dikin

Êzidiyên li Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li Şengalê ji 13 heta 19'ê Adarê her roj li gelek bajarên Elmanyayê wê meş, mîtîng û civînan li dar bixin. Koordînasyona Civaka Êzidî bang li tevahiya gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyan bibin.

Koordînasyona Civaka Êzidî têkildarî gef û zextên li ser Şengalê ku van rojên dawî zêde bûne, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de peymana 9'ê Cotmeha 2020'î ya rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li dijî Şengalê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku xêrnexwaz dixwazin careke din fermanê li wan rakin, dixwazin komkujiyê li wan bikin.

Di daxuıyaniyê de hate gotin, "Ev demeke ku xeteriyek mezin li ser Şengalê heye. Bi lihevkirina Enqere, Bexda û Hewlêrê re, qirêjiya wan roj bi roj eşkere bû. Çi ji destê wan hat kirin, lê nekarîn berxwedana Şengalê têk bibin."

Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî bang li sazî û pêkhateyên xwe hemûyan, her wiha bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî, dost û hevalan hate kirin ku xwedî li Êzidxanê derkevin, bi vê armancê dakevin qadan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Werin em êdî ji ferman û komkujiyan re bêjin Na. Roj roja xîretê ye, roja yekîtî û tifaqê ye. Roja xwedîderketina li Êzidxanê yê, roja daketin qadan e."

Koordînasyonê destnîşan kir ku wê ji îro û pê ve li ser piya bin, bênavber li hemû herêmên ku civaka me lê ne çalakiyên xurt pêk bînin û dengê xwe tevlî dengê berxwedana Şengalê bikin.

Di daxuyaniyê de li ser plansaziya çalakiyan ku wê sibe dest pê bikin ev agahî hatin parvekirin:

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

13.03.2021
MEŞ
BÎELEFELD, HANNOVER, BERLÎN, OLDENBÛRG, MUNSTER, WESEL, EMMERÎCH, DÛÎSBÛRG, SAARBRUCKEN, BREMEN

14.03.2021
CIVÎN
CELLE, BÎELEFELD, WESEL, EMMERÎCH, BREMEN, SAABRUCKEN

15-19. 03.2021
MÎTÎNG
HANNOVER, BÎELEFELD, WESEL Û EMMERÎCH

19.03.2021
MEŞ
CELLE