Tetik-kêşê di nav kategoriya “S” a lêgerîna wan heyî de, êvara Sêşemê li Bazara Noel a li navenda Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk anî. Li gorî bîlançoya dawî 3 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn. Dozgeriya Antî-teror a Parîsê di derbarê êrîşê de lêpirsîn da destpêkirin.
Piştî bûyerê leşkeran fîşek berî êrîşkar dan û birîndar kirin, lê belê bi birîndarî ji cihê bûyerê reviya. Çavkaniyên nêzî Dozgeriya Parîsê ragihandin ku êrîşkar hatiye destgîrkirin.
Li gorî çapemeniya Fransayê êrîşkarê bi navê Şerîf C. ê sala 1989’an li Strasbourgê ji dayik bûyî, bi taybetî ji ber sûcên dizî û tundiyê sicîla wî ya edlî gelek tijî ye.
Tê ragihandin êrîşkarê ku li Fransa, Elmanya û Swîsreyê ji ber sûcên edlî 27 caran mehkum bûyî, gelek caran ketiye girtîgehê.
Her wisa êrîşkar di lîsteya kesên lêgerîna wan heyî (FSPRT) û di kategoriya “S” de ye û ji hêla îstîxbarata hundir ve lê tê gerîn.