Êrîşên qetlîamên dewleta Tirk li Swîsreyê hate protestokirin

Bi meşekê li Zurîha Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Kurdan, bi taybetî jin û zarokan dike hedef û gelê sivîl qetil dike protesto kirin.

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd ên Swîsre (YJK-S) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Swîsreyê (CDK-S), ji her aliyekê şoreşger-demokrat, Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî bi sedan kes li Helvetîaplatz ê hatin gel hev. Bi taybetî ji bo jinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatîn şehîdxistin û ji bo bîranîna şehîdên di şoreş û têkoşîna azadiyê de şehîd ketîn deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştî axaftina destpêkê ya ji aliyê aktîvîstên YJK-S ê ve hatî kirin, bi wêneyên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin li ser pankart û duvîzên ku ji bo balkişandina li ser berxwedana li dijî êrîş û qetlîamên dewleta Tirk hatin hilgirtin, çalakgeran ji wir dest bi çalakiyê kirin.

LI KOLANÊN ZURÎHÊ DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN Û PKK’Ê HATIN BERZKIRIN

Hetanî ku meş bi dawî bû belavokên bi Elmanî ji aliyê aktîvîstên Defend Rojava Women ve li derdorê hate belavkirin. Meşa ku bi stran û marşên şoreşgerî berdewam kirî ser hev ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd û dirûşmên ji bo bidawîanîna dagirkerî û êrîşên qetîamê yên li Kurdistayê hatin berzkirin.

Piştî meşê çalakgeran li Helvatîaplatzê mitîng lidarxistin. Di mitîngê de li ser navê Defeng Rojava Women, aktîvîstên rêxistina ciwanên Swîsreyê, nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Dêrik û ji Rêxistina Jinên Femînîst ên Enternasyonalîst jina şoreşger Nekane Txapartegî axivîn.

Piştî axaftinan jî çalakî bi dawî bû.