Êrîşên faşîst û yên li dijî jinê hatin protestokirin

Li bajarên Hîldesheim û Dûîsbûrg a Elmanya û bajarê Marsîlya ya Fransayê jinên Kurdistanî yên derketibûn qadan, êrîşên dewleta Tirk ya li ser jinan û êrîşên faşîst ya li Tirkiyê protesto kirin.

HÎLDESHEIM

Li bajarê Hîldesheîma Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Çalakî li qada Angoûlemeyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de alayen TEV-DEM, HDP û TJK-E’yê hatin hildan û belavokên bi Elmanî hate xwendin. Di çalakiyê de banga boykotkirina tûrîzma Tirk hate kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jî protestoya şîddeta li ser jinan di hefteya 5’an de didome. Çalakî saet di 17.00’an de li Avendûkplatza Dûîsbûrgê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de alayên TJK-E’yê û yên HDP’ê û pankartên li dijî êrîşên li ser jinan hatin hildan. Di çalakiyê de Amara Tolhildan li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, axivî û got ku, “Em jinên Kurd ê li Ewropayê feraseta tecawizkar a çeteyên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li jinan û raya giştî dikin ku têbikoşin. Werin em li hemberî zilma li Efrînê û mêtingeriyê helwesta xwe diyar bikin.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî jin li dijî êrîşên faşîst ên Tirkiyeyê û li dijî êrîşên li ser jinan daketin qadan.

Jin li qada Vîeûx Portê hatin ba hev û diyar kirin ku wê qetlîam û dagirkerî neyê qebûlkirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên TJK-F’yê hatin hildan.

Êrîşên faşîst, êrîşên li ser jinan û desteserkirina şaredariyan hate protestokirin.