Êrîşên dewleta Tirk li Graz û Berlînê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve tên şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve tên şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê li Haûptplatzê li hev civiyan.
Di çalakiyê de banga hişyarî û berpirsyariyê li dijî êrîşan hate kirin.
BERLÎN
Çalakiyeke din a bi heman armancê li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat. Girseya gel doh bi şev saet 21'ê li ber Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Parîzerplatzê li hev civiya û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên Kurdistanî vekirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Erdogan ê faşîst ji Kurdistanê bicehime", "Dagirker ji Kurdistanê bicehimin", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike", "Şengal û Mexmûr rûmeta me ye", "Rojava rûmeta me ye", "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de her wiha DYA hate şermezarkirin. Çalakiyê du saetan dewam kir.