Êrîşên dewleta Tirk li Ewropayê bi girseyî tên şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan tên protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan tên protestokirin.
Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kuridstanî li ber Gara Trenê ya Borlangeyê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Dewleta Tirk û DAÎŞ yek e", "Kujer, faşîst Erdogan" hatin qîrîn.
STOCKHOLM: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. Kurdistanî li ber Gara Trenê li hev civiyan û pankartên bi nivîsa "Komkujiyên li Kurdistanê rawestînin", "Dewleta Tirk ji Rojava bicehime" hildan.
FRANKFÛRT: Êrîşên dewleta Tİrk li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî hatin şermrezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe saet 21:30'î li ber HBF'ê li hev civiyan û alên YPG, YPJ û pankarta bi nivîsa "Erdogan li Kurdistanê komkujiyan dike" vekirin. Çalakger piştre heta meydana Haûtpwacheyê meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Qisekeran gotin, êrîşên dîktator Erdogan ên li ser Şengal û Mexmûrê êrîşên namerdî ne û Kurdistaniyên li Ewropayê wê li dijî van êrîşan timî çalakiyan li dar bixin. Ji bo mîtînga sibe ya li meydana Haûptwacheyê ku saet 15'an dest pê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.
MARSÎLYA: Dewleta Tirk li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate şermezarkirin. Çalakî li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Marsîlyayê pêk hat û tim û tim dirûşmên "Terorîst Erdogan, hevkar Ewropa", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. Cevat Guney li vir axivî û diyar kir, sedema bingehîn a êrîşan bêdengiya Ewropayê ye.
STÛTTGART: Êrîşkariya dewleta Tirk li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyên bi vê armancê daketin qadan bi qasî 2 kîlometreyî meşiyan û li HBF'ê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin. Di çalakiyê de işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî hate kirin.
KOLN: Li Kolnê jî, Kurdistaniyên ji bajarên Troîsdorf, Eûskîrchen, Bonn, Bergheîm û Bergîsch Gladbachê hatin, li ber dêra Domê li hev civiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.
HÎLDESHEÎM: Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li nava HBF'ê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Şêx Îskender li çalakiyê axivî û got, dewleta Tirk a dagirker di asta herî bilind de dijminatiyê li Kurdan dike. Bi dewamî, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşan şermezar kir.
VIYANA: Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî tevî dostên xwe daketin qadan. Çalakî li ber avahiya Operayê pêk hat û girseya gel piştre ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Bijî Yekîtiya Kuridstanê", "Bijî PKK", "Bijî HPG" hatin qîrîn.
BASEL: Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin şermezarkirin. Girseya gel li Stasyona Navendî ya Baselê li hev civiya û bi meşekê êrîş şermezar kir.