NÛ BÛ- I Êrîşên dewleta Tirk li Ewropa tên protestokirin
Kurd û dostên wan ên li Ewropa daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê û tecrîd protesto dikin.
Kurd û dostên wan ên li Ewropa daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê û tecrîd protesto dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Stûttgartê di roja 9’an de ye. Di çalakiyê de êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê jî hate şermezarkirin.
Çalakiya îro ji aliyê meclîsên Pforzheîm, Bondernsse, Reûtlîngen û Meclîsên PYD’ê yên ji eylaetên Baden Wurtmenbergê hatin dewr girtin. Dîsa hevserokê FCK-E Cafer Selçûk jî tevlî çalakiyê bû.
Ji bo şikandina tecrîd û piştgirîkirina çalakiya Leyla Guven wê roja Şemiyê li Stûttgartê meşek girseyî bê kirin. Çalakî wê heta 21’ê Kanûnê dewam bike.
KASSEL
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê daketin qadan. Girseya ku li Konîgsplatezê kom bûn meşiyan û di meşê de gelê Mexmûr û Şengalê hatin silavkirin.
BREMEN
Kurdistaniyên li bajarê Kasel ê Elmanyayê daketin qadan êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê protesto dikin. Bang li raya giştî ya navneteweyî, NY û Elmanya hate kirin ku ‘Qetlîaman rawestînin’ hate kirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Girseya li Lûîsenplatez saet 15:00'an hatin ba hev, bi pankat û dirûşman êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê greva birçîbûnê ya ji bo protestokirina tecîda giran a li ser Ocalan hatibû destpêkirin di roja 9'an de ye. Di çalakiyê de ku serdan hate kirin êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê jî hate protestokirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tik a li ser Şengal û Mexmûrê hate protestokirin.
Di çalakiyê de Parlemeterê Partiya Çep a Elman MArtîn Dolzer axivî û tecrîda giran a li ser Ocalan vegeriyaye êşkenceyê. Dolzer got dewleta Tirk lli Mexmûr û Şengalê sûcê mirovahiyê kiriye û êrîş şermezar kir. Dolzer anî ziman ku divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê jî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê hate protestokirin. Di çalakiya belavok hate belavkirin de, dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrkirin.
BRÛKSEL
Li paytexta Belçîka Brûkselê jî bi pêşengtiya YJK-E, NAV-BEL’ê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Faşîst Erdogan’ hate qîrkirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê hatin hildan.
DEN HAAG
Êrîşên li Şengal û Mexmûrê yên dewleta Tirk li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî hate protestokirin. Kurdisanî li pêşiya Dîwana Edaletê ya Lahey a Den Haagê hatin ba hev, mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Mexmûrê hatin protestokirin. Di mîtîngê de bang hate kirin ku sibe ewê li Malîveldê meşek bê kirin û divê her kes tevlî bibe.
LONDON
Li bajarê London ê Îngîltereyê êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê bi çalakiyekê protesto kirin. Di çalakiya li pêşiya Parlemetoya Îngîltereyê hate kirin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û piştgîr da çalakiya Gûven.
Di çalakiya belavok hate belavkirin de hikûmeta Tirk û Îngîltere hatin şermezarkirin, banga hestyariyê li civakê hate kirin.
Çalakvan piştre li ser rêya herî qelebalix bi qasî 20 deqeyan çalakiyeke bêîtihatiya sivîl kirin.