Êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê li Helsîngborg û Malmo dîsa Marsîlya ya Fransa hate protestokirin.

MALMO/HELSÎNGBORG

Kurdistaniyên li bajarê Malmo û Helsîngborg ên dikevin başûrê Swêdê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li gel PDK’ê ya li ser Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Çalakiyên ku li Stortoget a Helsîngborg û Mollevangtorget a Malmo hate kirin dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin alên PKK’ê û KCK’ê hatin hildan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî êrîşên dewleta Tirk a li ser gorên gerîla û şervanan, dîsa êrîşên li ser HDP’ê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakiya li qada Vîeûx-Portê hate kirin êrîşên dewleta Tirk a li ser goristanên şehîdan û Zînî Wertê hate protestokirin.

Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan.