Êrîşên dewleta Tirk bi girseyî tên protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê li Ewropa bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê li Ewropa bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li ser banga Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan û Navenda Civaka Kurd êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Qetlîama li Mexmûr û Şengalê rawestînin’ hate vekirin û bê navber dirûşmên şermazerkirina êrîşan hatin berzkirin.
Nûnerên HDK,ATÎK, AGÎF, HDHK DP jî mîtîngek kirin.
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di çalakiya li Pîazza Castello hate kirin de bang li raya giştî hate kirin û êrîşan bidin rawestandin.
NAPOLÎ
Li bajarê Napolî yê Îtalyayê komîteya ‘Rete jin’ bi çalakiyekê çalakiya Leyla Guven silav kir. Di çalakiyê de pankarta ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye’ hate vekirin de hate gotin ku tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye û divê bi lezgîn bê rakirin.
ESSN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyeke ya li pêşiya HBF’ê hate protestokirin. Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk a li ser sivîlan şermezar kirin. Bê navber dirûşmên ‘Mexmûr û Şengal ne bi tenê ne’ hatin berzkirin.
MUNÎH
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên saet 18:00’an li Max-Josephplatezê hatin ba hev bi pankart û dirûşmên qîr kirin êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.