Êrîşên dewleta dagirker hate protesto kirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê li gelek welatên Ewropa hate protesto kirin.

Çalakiyên protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

DÛÎSBÛRG

Bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê hate protesto kirin. Bi sedan Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman ên alên YPG/YPJ’ê hildan li ser astengiyên polîsan ên alên YPG’ê kirin hincet jî dewam kir.

DUSSELDORF

Kurdistaniyên li bajarê Dûsseldorf a Elmanyayê hatin ba hev bi çalakiyekê êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê ya li ser rojava protesto kirin.

FRANKFÛRT

Kurdistanî û dostên wan ên hatin pêşiya HBF Frankfûrtê bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana YPG’ û ‘Kujer Erdogan’ ber bi sûka navendê ve meşiyan.

MUNÎH

Bi çalakiyekê Kurdistanî û dostên wan ên li Rotkreûzplatez a Munîhê hatin ba hev êrîşên qirker ên li ser rojava protesto kirin.

FREÎBÛRG

Bi sedan kesên li Qada Alte Synagoge ya bajarê Freîbûrg a Elmanyayê hatin ba hev bi hildana alên YPG/YPJ’ê dest bi meşê kirin. Di meşê de rêxistinên çep ên Elman jî cihê xwe girtin.

VİYANA

anfdns.com/vod/09.10.2019_Viyana-isgal-protesto_1.mp4

Kurdistaniyên êrîşên li ser Rojava yên dewleta Tirk protesto kirin, ber bi Serokkomariya Evûstûryayê ve meşiyan. Çalakvanan daxwaz kir ku Serokkomarî bikeve nava tevgerê.

MONTPELLÎER

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komuna Jinan a Delal Amed li bajarê Montpellîer a Fransayê li dijî êrîşên dagirker a Tirk meşek hate kirin. Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li Qada Comedî dabû destpêkirin jî dewam dike.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê li pêşiya Qesra Elysee hatin ba hev êrîşa dagirker a Tirk protesto kirin. Hevserokatiya CDK-F’ê bang li hemû Kurdistaniyên li Parîsê kir ku dakevin qadan û girse ber bi Parlementoya Fransayê ve dest bi meşê kir.

GAVLE

Li bajarê Gavle ya Swêdê jî Kurdistanî û dostên wan li pêşiya lokala Navenda Civak Kurd a Demokratîk (NCDK) ber bi navenda bajar ve dest bi meşê kirin.Di meşê de hevseroka NCKD Gavle Makbûle Çolak, siyasetmedarê Kurd Battal Batte û Jin Akgul Hajo axivîn û bal kişandin êrîşên ku dibe sedema vejîna DAÎŞ’ê.

LONDON

 

Bi pêşengtiya Meclîsa Gelê Kurd û Yekîtiya Hêza Demokratîk li pêşiya Parlemetoya Îngîltereyê bi tevlîbûna sedan kesî êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Rojava hate protesto kirin. Parlementoya Partiya Karker Lloyd Rûssel Moyle diyar kir ku parlementoyê nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşê nîşan daye lê divê hê zêdetir têkoşînê bike. Endama Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re Nîck Hyldyar jî got: “Em li gel Rojava ya ku rûmeta mirovahiyê rizgar kiriye û li dijî hovîtiyê têkoşîn kirine cih digirin.”

PARMA

Kurdistanî û dehan welatiyên Îtalî yên li bajarê Parma ya Îtalyayê hatin ba hev li Qada Garîlbaldî alên YPG/YPJ’ê hildan û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de banga hestyariyê ji bo Kurdan hate kirin û hate gotin ku Kurd ti carî stûyê xwe xwar nakin.