Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Guterslohê hatin şermezarkirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Guterslohê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Guterslohê yê Elmanyayê Kurdan tevî dostên xwe êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Li gel hewldana provokasyonê ya komek ji nijadperestên Tirk mîtîng hate lidarxistin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistan û gerîla dirûşm hatin qîrîn.

Bi navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Bielefeldê Hakan Şêr û ji partiya Die Linke (Partiya Çep) jî Ûgûr Ocak axivîn.

Di mîtîngê de berxwedanên Zap, Avaşîn û Metînayê hatin silavkirin. Çalakî bi xwendina sirûdan û qîrîna dirûşman bi dawî bû.