Êrîşên dagirkeriyê li Zurîchê hatin şermezarkirin
Endamên TCŞ'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Zurîchê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Endamên TCŞ'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Zurîchê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Ciwan danê êvarê li Helvetîaplatzê li hev kom bûn û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gerîla" qîriyan.
Bi navê tevgerê daxuyaniyek hate dayin û li dijî şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk ê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her wiha li hemberî dîlgirtina 25 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê hate kirin ku li ber xwe bidin.