BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Oberhausen û Dortmundê hatin protestokirin

Li bajarê Oberhausen û Dortmundê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi çalakiyan hate protestokirin.

Li bajarên Oberhausen û Dortmund ê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi çalakiyan hate protestokirin.

OBERHAUSEN

Kurdistaniyên li bajarê Oberhausen ê dijîn, li ser banga DKTM’ê li ber Navenda Trenê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava protestokirin. Dostên Kurdan ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bij berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berzkirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de Hevserokê DKTM-Duisburgê Ahmed Kobabê, li ser navê Rêxistina Ciwanên Tamîl a Oberhausen û Partiya Çep (Die Linke) axaftin kirin.

Di axaftinên hatin kirin de êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û Rêber Apo azad bibe.”

Di çalakiyê de daneza KON-MED’ê ya bi zimanê Elmanî û Kurdî hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Terorîst Erdoğan” û “Kurdistanan wê ji faşîzmê re bibe goristanan” bi dawî bû.

DORTMUND

Li navenda bajarê Dortmundê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de alên YPG, YPJ û Rêber Apo hatin hildan. Di mîtîngê de bêyî navber dirûmeyên “Bijî Serok Apo”, “Dewleta Tir bicehime” û “Piştevaniya navneteweyî” hatin berzkirin.

Di mîtîngê axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.