Êrişên dagirkeriyê li Munchenê hatin şermezarkirin
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin, êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
Beşdarên çalakiyê piştre belavokek bi Elmanî xwendin.