BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Duisburgê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê pêk tîne û bêdengiya navneteweyî li Duisburgê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Duisburg, Essen ve Dortmund ên Elmanyayê dijîn, li gara trenê ya navendî ya Duisburgê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê û di şexsê PDK’ê de xeta xiyanetê bi mitîngekî protesto kirin.

Mitîng bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê FED-MED’ê Ahmed Kobanê axivî.

Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk ku zêdeyî sed sal in bi pêkanîna polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelan hebûna xwe didomîne, bi piştgiriya PDK’ê li dijî Kurdan komkujiyan pêk tîne. Kobanê îşaret pê kir ku divê li dijî dagirkerî û faşîzma Tirk demildest bikevin nava lîv û tevgerê.

Ahmed Kobanê wiha berdewam kir: “Ev êrîş herêmên Şengal û Rojava yên li Başûrê Kurdistanê hedef digirin û armanc dike ku azadî û destkeftiyên gelan ji holê rake. Dagirkerî û qirkirin parçeyek ji polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdistanê ye. Dewletên herêmî û hêzên navneteweyî li hember van êrîşan bêdeng in û bi awayekî aktîf piştgirî didin. Armanc dikin ku paradîgmaya jiyana hevpar a Abdullah Ocalan ji holê rakin û rêya azadiyê ya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bigirin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Ji dagirkeriyê re bêje na mirovahiyê biparêze”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.