Êrîşên dagirkeriyê li Drauginanê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Draguignanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ên Fransî ve bi meşekê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Draguignanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ên Fransî ve bi meşekê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ'î ku navê SMO li wan hatiye kirin ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Meş ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Draguignanê ve hate birêxistinkirin û li gel Kurdan her wiha endamên Union des démocrates et des écologistes, France insoumis, Partiya Komunîst a Fransayê, Sendîkaya CGT û CADAC jî tevlî bûn.
Meşê ji strasyona trenê ya Nice destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Di meşê de flamayên ji wêneyên Rêber Apo, alên YPG û YPJ'ê û pankarta bi nivîsa "Ne sois pas complice du massacre des kurdes" (Nebin hevkarê komkujiya Kurdan) hatin hildan.
Di meşê de dirûşmên 'Kujer Erdogan', 'Kujer Tirkiye' hatin qîrîn. Li qada Nice ji bo bîranîna şehîdên Rojava deqeyek rêz hate girtin û çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.