Êrîşên DAÎŞ’ê li Kolnê hate protestokirin

Êrîşên DAÎŞ’ê yên ku li bajarê Parîs û Nîce yê Fransayê û li Viyana Evûstûryayê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate protestokirin.

Bi banga KON-MED’ê çalakî li pêşiya HBF’a Kolnê hate lidarxistin. Endamên Navenda Civakî ya Demokratîk ên Dusseldorf û Bonê, Meclîsên Jinan û endamên AGÎF, Aveg-Konê tevlî çalakiyê bûn. Çalakî saet di 14.00’an de hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dovîzên ‘Bijî hevgirtina navneteweyî’ û ‘Erdogan serokê DAÎŞ’ê ye’ hate hişdan.

Di çalakiyê de belavok hate xwendin û êrîşên DAÎŞ û AKP’ê hate şermezarkirin.