Êrîşa PDK’ê ya li hemberî gerîla li Munîhê hate protestokirin

Êrîşa PDK’ê ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li herêma Sîdekanê, li Munîhê hat protestokirin.

Kurdistaniyên ku bi banga Însiyatîfa Ciwanan a Munîhê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajarê Munîhê yê Elmanyayê li hev civiyan, li dijî êrîşên qirkirinê mîtîngelek li dar xistin.

Girseya ku berê êvarê hatin ba hev, êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin û bang li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrîşan rawestîne.

Her wiha êrîşa PDK’ê ya li dijî çeperên gerîla ya li herêma Sîdekanê hat şermezarkirin û dirûşmeya “Bimre xiyanet” hatin berz kirin.

Di çalakiyê bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.