Êrîşa li Mexmûrê li Parîsê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê li paytexta Fransa Parîsê hatin protestokirin. 

Dewleta Tirk a dagirker roja Pêncşemê bi balafirên şer êrîşî wargeha Penaberan a Mexmûrê kiribû û di vê êrîşê de 4 sivîl hatibûn qetilkirin. Bi armanca şermezarkirina vê êrîşê Kurd li Parîsê derketin kolanan û dewleta Tirk a dagirker protesto kirn. 

Roja Pêncşemê derengiya şevê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger çalakiyek hate lidarxistin. Komeleya Karker û Penaberên Tirkiyeê jî piştgirî da çalakiyê.

Girseya ku derengiya şevê li qada Republique li hev civiya, bi dirûşmeyan ber bi rêya Faubourgê ve ketin meşê.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Kujer Erdogan” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” hatin berzkirin. Di çalakiyê de welatiyên Fransayî yên li derdor jî bi dirûşme û fîtikan piştgirî dan çalakiyê.