BI DÎMEN

Êrîşa li dijî rojnamevanan û çanda Kurd hat şermezarkirin

Li Bernê êrîşên dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan û çanda Kurd hat şermezarkirin

Kurdistaniyên ku li paytexta Swîsre Bernê dijîn, li ser banga Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Be) li Bahnhofplatzê hatin ba hev û êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li hemberî ziman û hunera Kurd şermezar kirin.

Di çalakiyê de endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Nejdet Atalay û Hevserokê CDK-Be'yê Bûrhan Karakoç axaftin kirin.

Bûrhan Karakoç, destnîşan kir ku faşîzma dewleta Tirk di demên dawî de gelek mirov ji ber ku bi Kurdî axivîne yan jî muzîka Kurdî guhdarî kirine zext û zordarî li wan kiriye û girtiye û got, "Dewleta Tirk me tine dihesibîne û êrîşî çanda me dike. Em van êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî qebûl nakin. Em ê çand û dîroka xwe biparêzin."

Karakoç, qetilkirina rojnamevanan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Silêmaniyeyê jî şermezar kir û wiha got: "Mixabin me îro careke din agahiya şahadetê girt. Îro li Silêmaniyeyê du hevrêyên me yên rojnamevan şehîd bûn. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin."

Nejdet Atalay, jî bal kişand ku dewleta Tirk ji Kurdan re dibêje "Em ne zimanê we ne jî çanda we nas nakin" û her roj êrîşî dawetan dike û ciwanan digire. 

Atalay, der barê peymana hefteya bihurî ya navbera Enqere û Bexdayê de nerazîbûn nîşanî PDK û malbata Barzanî da û got, "Divê rêveberiya PDK demildest ji vê şaşitiyê paşve gav bavêje û dest ji hevpariya komkujiya Kurdan berde."

Çalakiya şermezarkirinê piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.