Êrîşa li dijî KNK’ê li Koln û Parîsê hat protestokirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re li banliyoya Drancy ya Parîsê û Kolnê hat teşhîrkirin.

PARÎS
Bi banga Înîsiyatîfa Ciwanan a Parîsê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd êrîşa bi çekan ku li KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê hat kirin û Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hat qetilkirin, li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê hat protestokirin.
Kurdistaniyên li Drancy DKTM’ê li hev civiyan ber bi Şaredariya Drancyê ve meşiyan. Wêneyên Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun û pankartên bi nivîsa “Bimre xiyanet”, “PDK û MÎT hevreyên me qetil dikin” û “Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze” hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de ku gelek caran dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî Kurdistan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin, bi axaftinan xiyanet û hevkarî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku divê Kurdi li dijî êrîşên qirkirinê ya dewleta Tirk yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.
Li ber şaredariyê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre daxuyanî hat xwendin.
KOLN
Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê ve bi heman boneyê hat lidarxistin, saet di 18:00’an de li Breslaûerplatxê destpê kir.
Kurdistanî û aktîvîstên AGÎF’ê yên Kolnê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan rawestînin”, “Bimre xiyanet”, “Bila qada hewayî ya Rojava bê girtin” û flamayên TEV-DEM û TJK-E hatin hilgirtin.
Di axaftinan de diyar kirin ku dewleta Tirk bi binpêkirina sînoran Kurdan qetil dike û hêzên navneteweyî û NATO li hember êrîşan bêdeng dimîne.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bêdeng nemînin”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Dîktator Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.