Êrîşa li Amedê li Londonê hate protestokirin

Operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê hatî pêkanîn li Londonê protesto kirin.

Li Amedê îro di seatên sibehê de, operasyona qirkirina siyasî ya li ser saziyên jinan pêkhatî, li paytexta Îngîltere Londonê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di axaftinên daxuyaniya Meclîsa jinan a Roj organîze kirî de hate gotin ku her roj jin tên qetil kirin û li her qadê jin dibin mexdurê şîdetê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin li dijî şîdetê, faşîzmê û bê mafiyê wê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Di serî de em bang li jin û hemû gel dikin ku xwedî li dengên xwe û vîna xwe derkevin.”