Li du bajarên Fransayê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, kampa penaberan a Mexmûrê û Şengalê bi çalakiyekê li paytexta Fransa Parîsê li banliyoya Vîllîers le Belê hate şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê li banliyoya Vîllîers le Belê, êrişa hewayî ya dewleta Tirk a doh bi şev bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bimire rejîma faşîst a Tirk" hatin qîrîn.

Li aliyê din li bajarê Toûloûse yê Fransayê komek li hev kom bû û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk çalakiya protestoyî li dar xist.