Çîroka vegerekê, Şerjin Herekol

Ji Dihê koçî Mêrsînê kiribû. Li Avaşînê dest bi sonda tolhildanê kir. Ji wir derbasî Basya, Şengalê bû. Êdî li Gabarê Şerjin bû.

Bêrîvan Elçî malbata wê ji neçarî ji Dihê koçî Behra Spî kiribû. Elçî di 28’ê Tebaxa 1993’an de ji dayik bû. Di temenekî ciwan de fêm kiribû ku li ser civaka wê qirkirinê tê kirin. Li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê jî ji Mêrsînê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bêrîvan di nav refên gerîla de dibe Şerjin Herekol. Li Avaşînê dest bi rêwîtiya xwe dike. Piştre jî diçe Basyyayê. Dema li Şengalê qirkirin pêk tê, ew jî berê xwe dide Şengalê. Bi qehremanî li hemberî DAÎŞ’ê şer dike.

DEMA BOTANÊ

Şerjin vê carê berê xwe dide Botanê. Bi serbilindiya ku ji qetlîama li ser gelê xwe gotiye êdî bes e, diçe Gabarê. Li Qada Çiyayê Reş a Gabarê di çalakiya gir de ya ku ewlehiya rê ya Benda Ilısûyê berxwedaneke bi qehremanî nîşan dide.

Gerîlla Şerjin Herekol bi vegotina xwe qala erdnîgariya gerîlatiyê dike û meşa xwe ya şoreşê bi wêjeyî dibêje.

ROJNIVÎSKÊN ŞERJIN

Şerjin Herekol derbarê fermandarê nemir ê Kurdistanê Reşît Serdar vî tiştî dibêje, “Min cara pêşîn li Avaşînê gerîlatî kir. Ev çi mekanên pîroz in ne wisa? Avaşînê ji min re qala çîrokên zarokên çiyê û qehremanên ji her çar parçeyên Kurdistanê kir. Mesela zarokê bi cesaret ê Botanê. Dijmin jê ditirsiya û nediwêrî qala navê wî bike. Ew wekî çûkan ji çiyayekî diçû çiyayekî din. Çûk jê dihesidîn.

Min pirsa te ji kê bikira, berê bişirîneke bi keser vedidan û piştre çavê wan diaxivî. Zimanê wan dihate girtin. Min tu ji Avaşînê pirsî. Wê got ku ew hêza xwe ji qehremanên wekî te digire. Piştî ku tu çûyî, ew bêtir delodîn bûye. Çiyayên asê jî digotin şehîd namirin û tu hembêz dikirin.

RÊWÎTIYA BAKUR

Rêbertî digot, evîndarî erdnîgarî û herêmekê nebin, heke hûn dixwazin evîndar bibin, evîndarî her çar parçeyên Kurdistsanê bibin. Ev kurteya rêwîtiya gerîlayan e jî ne wisa? Meşa min a li gerîlatiyê li Avaşînê dest pê kir. Ez çûm Şengala pîroz. Niha jî berê xwe didim Gabarê û Botanê.

Di van rojan de dema ku pitikên zarokan tên qetilkirin, rêwîtiya ber bi Bakur min serbilind dike. Bi kîn û tolhildaneke mezin û bi coşeke mezin em diçin Botanê. Bi hestên tolhildanê yên hemû rêhevalên xwe ez diçim wê derê. Ev meş wekî hevdîtina bi Rêbertî ye. Eşqa min a ji bo Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Divê ev eşq û evîn zêdetir bibe û dixwazim bi têkoşîna xwe bibim ji her çar parçeyên welatê xwe.”