Çavê Konseya Ewropayê li ser Tirkiyê ye!

Komîteya Çavdêra Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) li ser mijara Tirkiyê pêvajoya ku çavdêriyê li ser Tirkiyê bide da destpêkirin.

Komîteya Bicihanîna Binparî û Peymanan a Dewletên Endamên Konseya Ewropayê derheqê Tirkiyê raporek weşand.

Hevraportor Thomas Hammbarberg û John Howell rapor hazir kirin û ji bo ku standartên Konseya Ewropayê werin parastin diyar kirin divê Tirkiyê tevdîrên lezgîn bistîne.

GIRTIN HATE ŞERMEZARKIRIN

Komîteya Çavdêr got, ''Zexta dawî ya li Tirkiyê ya li ser muxalefeta siyasî û civakî bi tundî şermezar'' kir û diyyar kir, ''Mafê sereke yê siyasetmedarên xwecih, parlamenterên muxalîf ên berê, parêzer, nûçegihan û aktivîstên sivîl têne binpêkirin.''

Komîteya girtina parlamenteran û ji peywirê girtina şaredarên Kurdistanê û li şûna wan danîna qeyûman bi bîr xist û got, ''vîna hilbijêran tê piştguhkirin û talokeyê li ser xebata saziyên demokratîk çêdike.''

Komîteyê biryarên MPKE'yê bi bîr xist, bang li Tirkiyê kir ku dawî li yasayên dijî standartên demokratîk û bicihanîna wan bîne, cihêtiya hêzan pêk bîne, azadiya derbirînê û çapemeniyê bi cih bîne, mewzûata xwe û çarçoweya destûrê nûjen bike, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan bi cih bîne, îdîayên pêewle yên derheqê êşkence û mieemeleya ne baş lêbikole, pêşniyazên CPT'yê bi cih bîne.

HELWESTA DIJÎ LÊPIRSÎNA 'KOBANÊ'

Di rapora de hate gotin ,''Meclîsa nîşeyê datîne ku gelek mijarên ku ji hêla Komîseriya Mafê Mirovan û Komîsyona Venedîkê hatine testpîkirin 2020'an jî dibe mijara fikaran. Meclîsa bang li meqamên Tirk dike ku bi rengekî cidî li problemên xwe raweste û bibariyên xwe yên Konseya Ewropayê bi cih bîne. Meqamên Tirk teşwîq dike, ji bo di qadên demokrasiyê, rajoriya hiqûqê û mafê mirovan de standartên xwe geş bike gavên bimane bavêje.''

Di raporê de her wiha bi hinceta lêpirsîna Kobanê ji bo ku HDP bûye hedef jî hate şermezar kirin hate gotin ,''Meclîsa, hevşaredarên Qersê û parlamenterên berê jî di nav de, derheqê endamên HDP'ê bi îdîaya ku tevlî tundiya dema protestoyên Cotmeha 2014'an a Kobanê bûne, fermana girtitina giştî ya ku hatî derxistin şermezar dike.''

Komîteyê her wiha girtina parêzeran û sûchesibandina xebatên wan jî şermezar kir, xwest ku wekîlên girtî û Akademisyenên Aştiyê werin berdan.

DAGIRKERÎ WÊ TEVLÎ PROSEDÛRÊN ÇAVDÊRIYÊ WERIN KIRIN

Di raporê de her wiha, MPKE got, ''operasyonên leşkerî jî di nav de çalakiyên derve yên Tirkiyê, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê jî di nav de, derhqê lêhatina li binbariyên Konseya Ewropayê nîşeyê datîne ku halê hazir gelek fikar hene. Bi vî rengî Meclîsa, biryar li ser dide ku vê mijarê bike parçeyek ji prosedûrên raporên çavdêrîkirinê yên piştî niha.''