Çalakvanên Strasboûrgê saziyên YE’yê vexwendin erkê

Kurdistanî û dostên wan ên li Strasboûrgê saziyên YE’yê vexwendin bicihanîna erka xwe.

Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîsa protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyeke hate kirin. Li ser navê çalakvanan heyetek bi Konseya Ewropayê re civiya.

Di hevdîtinê de hate gotin ku dewleta Tirk ji bo dagirkirinê ketiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên Yekîtiya Ewropayê vexwendin bicihanîna erkê.

Rayedarên KE’yê jî gotin: “Em ê daxwazên we veguhêzin hemû saziyan û binirxînin.”