Çalakvanên grevê Bagdûr û Kobanê: Berxwedan wê bidome

Berxwedêrên li Berlînê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger Omer Bagdûr û Cemal Kobanê piştî dermankirina 5 rojan û şûnde li Kaselê li Komeleya Kurd bi coş hatin pêşwazîkirin.

Badûr û Kobanê yên li bajarê Kassel ê Elmanyayê dest bi grava birçîbûnê kiribûn, piştre çalakiya xwe li gel ya berxwedêrên li Berlînê kiribûn ye.

Bagdûr 59, Konbaê jî 118 rojan çalakiya xwe domandibûn. Piştî peyama Ocalan a bi dawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê Bagdûr û Kobanê dawî li çalakiya xwe anîbûn û rakiribûn nexweşxaneyê. Bagdûr û Kobanê piştî dermankirina 5 rojan û şûnde vegeriya Kaselê.

Herdu çalakvan bi coş li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin pêşwazîkirin. Çalakvanan anî ziman ku berxwedan bi dawî nebûye wê bê navber dibome.