Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li pêşiya nûnertiya PE’yê çalakiyek kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li pêşiya nûnertiya PE’yê çalakiyek kirin.
Kurdistanî û dostên xwe êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarê Marsîlya Fransayê protesto kirin.
Kurdistanî saet 14:00’an li pêşiya nûnertiya Parlementoya Ewropayê kom bûn, li vir mîtîngek kirin. Di mîtîngê de wêneyên kesên hatine qetilkirin hate hildan û pankarta ‘YE nebe hevkarê qetlîamê’ vekirin. Çalakî bi axaftinên li ser navê NCKD û dirûşman bi dawî bû.