Çalakiyên piştgiriyê yên bi grevan re didomin

Ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Leyla Guvan a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Parlementoya NRW’ê ya Dusseldorf a Elmanyayê çalakiyek hate kirin.

Çalakiyên piştrevaniyê ya bi greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dewam dike. Li pêşiya Parlemetnoya Eyaleta NRW’ê ya bajarê Dusseldorf a Elmanyayê çalakiyek hate kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakiya bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorf û Însyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dusseldorf saet 14:30’î li Pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê destpê kir. Di çalakiyê de pankarta ‘Tecrîdê bişkînin, Abdullah Ocalan azad bikin’ hate vekirin û dowîzên bi nivîsên ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ û ‘Bila tecrîd rabe, mirin bi dawî bibin’ hatin bilindkirin.

Dosyayek li ser berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin pêşkêşî Parlementoya Eyaleta NRW’ê hate kirin.

Di çalakiyê de gelek belavok û broşor hatin belavkirin û dirûşmên ‘Bijî piştevaniya gelan’ û’ Bêdeng nemîne û dengê xwe bide berxwedanê’ hatin bilindkirin.