Çalakiyên piştevaniyê yên bi berxwedêrên grevan re didomin

Çalakiyên cuda yên ji bo protestokirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîkirina berxwedêrên bi grevên birçîbûnê re yên li Ewropayên tên lidarxistin dewam dikin.

Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û ewlehiya wî dîsa ji bo piştevaniya bi girevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkiribû dewam dikin.

BELÇÎKA

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd saet 17:00’an li Place de la Boûrse tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên grevan hatin hildan û bal hate kişandina ser grevên bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirine. Di çakiyê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn, banga tavilê dawî li tecrîdê bînin hate kirin.

Her wiha di çalakiyê de 3 ciwan ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Piştî demekê bi şûnde ciwan hatin berdan. Çalakî bi belavkirina belavokan ve bi dawî bû.

HÎLDESEHÎM

Çalakiya kon a li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî di roja 3’an de dewam dike. Di çalakiyê de tecrîda giran a li ser Ocalan hate protestokirin û bal hate kişandina ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guvenê destpêkirîne. Li konê li pêşiya Dêra Jacobî hatî vedan, belavok hatin belavkirin. Çalakiya ji aliyê Komuna Jinan a Meryem a Hîldeshîmê ve hate kirin, Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo a Salzgîtter û Komuna Jinan a Zozan Cûdî a Braûnschweîgê jî piştevanî kir. Çalakî piştî xwendina belavoka bi Elmanî û şûnde bi dawî bû.

BELLÎNZONA

Li bajarê Bellînzona ya girêdayî Kantona Tîcîno ya Swîsreyê jî bi armanca protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevan re çalakiyek hate kirin. Ji aliyê Însyatîfa Jinên Kud ên Bellînzonayê ve ev 3 roj in her şev li pêşiya stasyona trenê ya navendê çalakiyan dike. Çalakî wê sibe jî dom bike.