Çalakiyên Kurdên li Marsîlyayê didome

Li hemberî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Kurdên li Marsîlyayê çalakiyên xwe geş dikin.

Çalakiyên li hemberî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava, geş dibin.

Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan îro li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya Marsîlyayê kom bûn.

Piştî çalakiyê heyeteke çalakgeran bi nûnertiya Parlementoya Ewropayê re civiyan. Hate diyarkirin ku welatên Ewropayê jî li dijî êrîşê dewleta Tirk e û wê ev mesele di Parlementoya Ewropayê de bibe rojev.

Sibê jî ji bo protestokirina komploya navneteweyî wê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan standekê vekin.