Çalakiyên grevê yên li stûttgart, Koln û Den Haagê mezin dibin
Li bajarê Stûttgar û Koln ên Elmanayayê û bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 8’an de ye.
Li bajarê Stûttgar û Koln ên Elmanayayê û bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 8’an de ye.
Çalakiya grevê ya li Kolê 8 roj li pey xwe hişt. Dayika Fîn a ji Bazarcixê ku dayika 2 şehîdan e, ji bajarê Dûren ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûne. Dayika Fîn got: Leyla Guven ji bo Kurdan kiriye, ji bo serbestî û demokrasiyê kiriye. Em jî dixwazin weke her kesê bi azad bijîn. Jinek bi tena xwe li zindanê li ber xwe dide. Divê gelek li nirx, rûmet û serokê xwe derbikeve.”
Jineke bi navê Serfîraz jî ev tişt got: “Daxwaza Leyla Guven daxwazê me ye. Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî ser bixin. Ez jî weke jineke ciwan dest bi vê çalakiyê dikim.”
Endama YJK’ê Şehrazat Gergersoy jî ev tişt anî ziman: “Em ji jiyana Rêbertiya xwe bi fikar in. Tecrîda li ser Rêbertiya me li ser hemû gel e. Leyal Guven ji bo şikandina tecrîdê dest bi çalakiya grevê kiriye. Em jî piştgiriyê didin çalakiya Guven ê.”
Kurdistaniya bi navê Gulê jî ev got: “Em daxwaza aştiyê dikin. Em naxwazin ciwanên me bên kutin. Bila êdî xwîn neyê rijandin.”
KOLN
Hunermendên Kurdisanî jî li Kolnê dest bi çalakiya greva birçîbnê kirin. Seyîdxan ê tevlî çalakiyê bibû wiha got: “Me TEV-ÇAND’ê biryar da ku li kû dibin bila bibin weke hunermend tevlî çalakiya greva birçîbûn bibin. Weke hunermend di nava berxwedanê de cih bigirin. Xebatkarên çandê yên li Swîsre, Fransa û Elmanyayê li her qadên lê ne dest bi grevê kirine. Serdana çalakvanan dikin.
Berxwedana Guven belavî hemû Kurdistan û derveyî cîhanê bû. Armanca me şikandina bêdengiya raya giştî ye. Xistina tevgerê ya saziyên mîna CPT’ê û saziyên din e. Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan divê her kes tiştekî bike. Em hunermed jî çalakiya Guven piştgirî dikin.”
STTÛTTGAR
Çalakiya greva birçîbûnê ya koma ji 20 kesî pêk tê ya Meclîsa Şehîd Nûda, Lahr û Freîbûrg jî di nav de ya li Stûttgartê destpê kirî dom dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya tevî hewaya xirab bi dirûşma ‘Destê dirêjî Rêbertiya me bibin em ê bişkînin’, ‘ Bê Serok jiyan na be’ û ‘Bila tecrîda li Îmraliyê bişkê’ hate qîrkirin.
Li Konê li Marstallstrabe Stûttgartê hatî vedan, bi şevê jî li Navenda Kurd a Demokratîk a Stûttgartê dewam dike.
DEN HAAG
Greva birçîbûnê ya ji bo şikdandian tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya li bajarê Den Haag a li bajarê Den Haag a Hollandayê hatî destpêkirin jî di roja 13’an de dom dike.
Çalakvanên grevê li pêşiya Dîwana Edaletê ya Lahey di çalakiyê de bûn. Çalakvanan peyama ‘Daxwaza Guven daxwaza me ye, heta daxwaz pêk bên wê çalakiya me bidome.’