Çalakiyên ciwanan ên li Parîsê dewam dikin

Endamên TCŞ'ê bi dirûşmeyên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bê Serok jiyan nabe" ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy heta şaredariyê meşiyan.

Li banliyoya Drancy ya patexta Fransa Parîsê, çalakiyên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Ciwan bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan“ û “Bê Serok jiyan nabe“ ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê heta şaredariyê meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan.

Ciwanan piştî meşê daxuyanî da. Ciwanan diyar kirin ku ew ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla tu carî qebûl nekin û peyama, "Em ê li qadan bin" dan.

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.