Çalakiya standê li Lozanê berdewam dike

Çalakiya standê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefteyê li bajarê Lozanê tê danîn, dewam dike.

Çalakiya standê ku ji 25’ê Mijdara 2021’î û vir ve, her roja Çarşemiyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê danîn, îro jî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK-Lozan) û Meclîsa Jin a Lajînê ve hat birêvebirin.

Kurdistaniyan ji gel re behsa paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û divê çima azad bibe kir.

Her wiha di çalakiyê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîstên qedexekirî îmze hatin berhevkirin.