Çalakiya rûniştinê ya li Berlînê di roja 2’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya her 5 rojan li ser banga Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, di roja 2’an de didome.

Çalakiya rûniştinê di çarçoveya piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî de ku 27’ê Mijdara 2020’ê dabû destpêkirin e.

Çalakiya rûniştinê 11’ê Çileyê li Alaxanderplatez a Berlînê destpê kiribû.

Çalakiya rûniştinê ku  her 5 rojan bê guhertin di roja 2’an de didome. Armanca çalakiyê gihandina daxwazên girtiyên siyasî ya ji bo civaka navneteweyî ye.

Di roja 2’an de li ser navê Women Defend Rojava, ji organîzatorên Yonûng Streîk aktivîstek û li ser navê Nûnertiya Partiya Komunîst aKurdistanê ya Berlînê Enver Taş axivîn.

Di roja yekê de Hevserokê KCKD-E Yuksek Koç axivî û got: “Greva birçîbûnê ya tevî hemû şertên giran ên li girtîgehan dom dikin, heman demê berxwedana mirovahiyê ye. Berxwedana her diçe mezin dibe, em jî li vir destek dikin, daxwazên wan daxwazên me ne. Bang li hemû sazî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan dikin ku li dijî faşîzmê bi erka xwe rabin. Em bi vê zanavbûnê dest bi çalakiyê dikin.”