Çalakiya rûniştinê ya li ber NY 11 mehin didome

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ku bi armanca balê bikişînin ser tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya wî li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî danî destpêkirin ket meha 11’an.

Ji 25’ê Çile heya niha her Çarşemiyê Kurdistanî li dora kona berxwedanê ya li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) vedanî çalakiya rûniştinê dikin.

Çalakvanan pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên biçûk û broşurên derbarê bê ka çima Abdullah Ocalan azad nebe li kesên li hawîrdorê derbasdibûn belavkirin. Her wiha têkildarê çalakiyê agahî jî didin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina di şexsê Berjîn Zenda (Ayşe Demîr) ku di bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya 7’ê  Tîrmeha 2021’an li nêzî gundê Kêste pêkanîbû de şehîd bûbû, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevre Salîh Saglam axifî û diyarkir ku di ser de NY, bêdengiya dewletên Ewropa ya li hemberî tecrîdê û ji nedîtî ve hatina daxwazên gelê Kurd nayê qebûlkirin.

Saglam anî ziman ku komploya navnetewî bi destê wan dewletan pêkhatiye û bal kişande ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî gerîlayan bikar tîne. Saglam got, “Em bi girêdanbûna bi têkoşîna şehîdan, bi esasgirtina berxwedana Rêbertiya me û li her cihê ku lê dijî bi xwedîderketina li berxwedana gerîlayan re bi berxwedaniyeke topyekun emê li hemberî êrişên dagirkerî û qirkeriyê bisekinin.”

Piştî axaftinên hatin kirin Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyên xwedîderketina li pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.