Çalakiya nobedê ya li Berlînê di roja 4’an de ye

Çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan a li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 4’an de ye.

Berxwedaniya greva birçîbûnê ya bê navber û  bidorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan a li girtîgehan ku roja 27’ê Mijdarê hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê jî hatibû organîzekirin di roja 4’an de didome.

Çalakiya îro jî li Alêxanderplatzê di saet 13:00’an de bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axaftinek kir. Koç bal kişande ser têkoşîna aştiyê ya Neslon Mandela li Efrîqa Başûr û got: “Îro jî birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyê û Kurdistan, ji bo aştiya hemû Rojhilata Navîn têdikoşe.”

Koç her wiha îşare bi kampanya ku bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemberî Netewên Yekbûyî hatî destpêkirin kir û wiha pêde çû: “Em jî li wê derê piştgiriya xwe ya ji bo wê kampanyayê radigihînin.”

Berdevkê Federasyona Elevî ya Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk jî axivî û diyarkir: “Di demekê de ku Rêber Ocalan 22 salin di bin tecrîda girankrirî de tê ragirtin ji bo avakirina aştî û azadiyê dixebite, dewleta Tirk hê jî êşkenceyên xwe didomîne.”

Di daxuyaniyê de ku li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê hate dayîn ev hate gotin: “Hişemndiya înkar, îmha û helandinê ya li hemberî nirx û nasnameyên gelan her roj sûcan dike û prensîbên hemdemî, demokratîk û hiqûqî yên navnetewî nas nake. Bi taybetî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyan konseptekî ya tecrîda girankirî tê pêkanîn. Li Erdnîgariyeke berfireh a ji Lîbyayê bigre heya Nagorno Qerebaxê bi polîtîkaya xwe ya şer a zêdexwaz û dagirker ya bi feraseta Osmanîgeriya nû ve proveyên qirkirinê tên kirin.”

Çalakiya nobedê bi coş, moral û motîveyeke mezin ve berxwedêrên zindanan silav kirin û bi vî rengî çalakî îro bi dawî bû.