Çalakiya Nobeta azadiyê bi koma Maînz re ye

Nobeta azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê heftiyê bi koma Kurdistaniyên Manzî re ye.

Nobeta Ji Ocalan re Azadî ya li ber Konseya Ewropayê (KE) a li Strasboûrg Fransayê kete heftiya 362'yan. Vê heftiya koma nû ya ku ji Maînzê ya Elmanya hatî dest bi nobetê girt.

Di nav komê, ku ji Yekşemê ve di nobetê de ne Alî Azad, Murat Oz û Îsmalî, sê Kurdên welatpêz hene.

Li ser navê komê daxuyanî hate dayin, hate gotin grevea birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serkeftineke mezin aniye. Di daxsuyaniyê de hate gotin, ''Dema ku helwesta we zelal be hûn dikarin her tiştî bikin. Ev çalakî ji bo mirovahiyê bû dersa herî mezin.''

Di daxuyaniyê de 7 girtiyên ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin û du welatparêzên li Elmanyayê hî hatin bibîranîn û hate gotin, hatiye nîşandan ku Kurd ti caran dev ji Ocalan naqerin. Di daxuyaniyê de hate gotin Nobeta Ji Ocalan re Azadî, heta Rêberê Gelê Kurd Azad bibe, wê bidome.

Nobeta Ji Ocalan re Azadî ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bênavber didome.