BI DÎMEN

Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê: Ji bo azadiya Rêberê xwe em li vê derê ne

Çalakiya nobedê ku 12 sal in li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di hefteya 620'î de bi komeke nû dewam dike.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê li bajarê Strasoburg ê Fransayê ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve çalakiya 'Nobeda Azadiyê' tê lidarxistin.

Çalakî her hefte bi komeke ji welatekî cuda yê Ewropayê dewam tê meşandin. Di hefteya 620'an a çalakiyê de komek ji çar kesan ên ji bajarê Essen ê Elmanyayê çalakî dewr wergirt.

Mevlude Ekîncî, Hakan Gultepe, Firat Hebûn û Huseyîn Yûrtsever bi navê Meclîsa Gel a Essenê tevlî çalakiyê bûn.

Berdevka komê Mevlude Ekîncî got, "Ji bo azadiya Rêberê xwe em li pêşiya CPT (Komîteya Pêşîgritina li Êşkenceyê) ne."

Mevlude Ekîncî got, "Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin agahiyekê tavilê jê werbigirin."

Komê diyar kir ku heta misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyê dewam bikin.