Çalakiya nobedê ya li Berlînê di roja 5’an de didome

Çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan a li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 5’an de ye.

Li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya nobedê ya bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkîni, faşîzmê hilweşînin’ di roja 5’an de didome.

‘TÊKOŞÎNA ME HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ BIDOME’

Li çalakiyê li ser navê Meclîsa Jinan a zidî Nûre Alkiş axivî û Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî û hevrêyên wî yên 15’ê Çileya 2020’ê şehîd bûbûn bibîr anî û got: “Tavilê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin divê têkoşîn bê domandin. Silavên xwe li berxwedêrên zindanan dikim.”

DR. BRAÛNS: REJÎMA ERDOGAN WÊ BI TÊKOŞÎNÊ DAWÎ BIBE

Li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Dr. Nîck Braûns jî axivî û ev got:

“Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê kirin, li ti welatan nîne, astengkirina hevdîtinê ya parêzer û malbatan qebûl nakin. Wê bi têkoşînê dawî li rejîma Erdogan bê. Em li gel berxwedêrên li zindanên Tirkiye di grevê de ne. Ji bo wan em di çalakiya nobedê de ne. Têkoşîn wê bidome.”

HACO: ÎDEOLOJIYA WAN AZAD E

Li ser navê PYD’ê jî Suleyman Haco jî got: “Wê vîna girtiyan li ber êrîşên rejîma faşîst neyê şikandin. Girtina wan a fîzîkî ji ber meznahî û azadiya îdeolojî û fikra wan e.”

Akademîsyeên Ciwanên Antîfaşîst jî peyam dan. Roja Duşemê wê koma 2’an çalakiyê dewir bigire.