Çalakiya li Strasboûrgê bi biryardarî didome

Bi çarçoweya pêngava ku KCK'ê 12'ê Îlonê dayî destpêkirin li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê ya ku bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî dest pê kirî di roja çaran de ye.

Çalakiya rûnştinê ya li ber Konseya Ewropayê (KE) ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ev 9 sal in ''Nobeta Ji Ocalan re azadî'' didome, dom dike.

Nûnerên gelên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn, ên baweriyan û tevgerên şoreşger jî li çalakiya rûniştinê hazir in.

Çalakger broşûrên ku jiyan, raman, tecrîda giran a li ser Ocalan vedibêjin, belav dikin.

Qada ''Nobeta Ji Ocalan re azadî'' ku ev 9 sal in didome û bi dirûşmeya ''Ji Ocalan re azadî'' bi tevlêbûna siyasetmedar, nûnerên saziyên demokratîk, baweriyan didome, bi afîşeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzan hate xemilandin.

STRANBÊJAN DESTEK DAN

Duh di nav rojê de Kurd û dostên Kurdan serdana çalakiyê kirin, diyar kirin ku ew parçeyek ji pêngavê ne, bang kirin û gotin divê Rêberê Gelê Kurd azad be.

Bi nivîsên li ser dowîzan ku ji yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  îdeolojî û felsefeya Ocalan a ekolojîst, wekheviya zayendî û li ser jiyana  hevpar hate vegotin.

Di roja sêyan de Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropayê (ATÎK) serdana çalakiyê kir. Navenda Dostanî û Çandê ya bi ser ATÎK'ê ve êvarî xwarin da û diyar kir piştevaniya şoreşger wê were geşkirin.

Duh hunermendên Federasyona Komeleyên Maraşê (MAR-DER) ku  Hozan Emekçî di nav wan de bû, her wiha hunermendên TEV-ÇAND'ê serdana çalakiyê kirin. Hunermendan bi stranên şoreşger desteka dane berxwedanê.