Çalakiya li pêşiya PE’yê dewam dike
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan di hefteta 4'an de dewam e.
Çalakiya rûniştinê ya bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan di hefteta 4'an de dewam e.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 aktivîst û siyasetmedarên Kurd ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatibû destpêkirin di roja 123’an de ye. Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Adarê ve li pêşiya Parlemetoya Ewropayê hatibû destpêkirin di hefteya xwe ya 4’an de ye. Çalakî hefteya 4’an li pey xwe hişt.
‘TAVILÊ BIKEVIN TEVGERÊ’
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya PE’yê, bi tevlîbûnên gelek welatiyên ji dererên cuda yên Ewropayê saet 10:00’an de hatin ba hev. Çalakiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpêkir tevahiya rojê bi aktivîteyên cuda heta saet17:00’an dewam kir.
Piştî rêzgirtinê meş destpê kir. Çalakvanan bi dirûşman saziyên Ewropî protestokirin, ji bo çareseriyê banga tavilê bikevin tevgerê.
Li qadê çalakvanan bi bedenên xwe ‘Ocalan’ û ‘Her bedena gelê Kurd hucreyên Ocalan in’ nivîsandibûn peyam dan.
Di tevahiya çalakiyê de, bi belavkirina belavok û anonsên hatin kirin li ser tecrîd, rewaş grevên birçîbûnê agahî hatin parvekirin.
Di belavokên hatin belavkirin de hate gotin ku Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê kilî de. Bal hatek ser kişandina êrîşên dewleta Tirk. Dîsa hate gotin ku şikandina tecrîdê wê pêşiya demokrasî û azadiyê bê vekirin.
‘GIRTÎ LI BER MIRINÊ NE’
Hate gotin ku li girtîgehan 7 hezar girtî di grevê de ne û got: “Ji mêj ve asta krîtîkbûnê derbas bûye, bal hate kişandina ser berpirsyartiyên saziyên Ewropaî yên bêdeng in.
Hate diyarkirin ku PE, KE û CPT saziyên bi berdêlên giran ên Ewropayê hatiye avakirin, nabe ku ev sazî li hember sûcên mirovahiyê bêdeng bimînin.