Çalakiya nobeda ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî di hefteya duyemî de ji aliyê aktivîstên TJK-E’yê ve hate dewirgirtin.
Di hefteya duyemîn de siyasetmedarên Kurd, hevparên yekîtiya hêza demokratîk, nûnerên baweriyan tevlî rûniştinê bûn û di vê navê de dosyaya bi mijara ‘Tecrîd, komploya navneteweyî û şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan’ pêşkêşî nûnerên herdemî yên welatên endamên Konseya Ewropayê kirin.
Aktivîstên TJK-E’yê dosya radestî nûnerên herdemî yên Îngîltere, Feransa, Îtalya, Belçîka, Malta û Luksemgoûrg kirin.
Di tevahiya rojê de jinan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta pêşiya Konseya
Di meşê de semîner hatin dayîn û bi boneya salvegera şehîdbûna gerîlaya PKK’ê Bêrîtan li ser şehîdên meha Cotmehê hemû şehîdan sînevîzyonek hate nîşandan.
Ji aktivîstên TJK-E’yê Dildar sozdar axivî û bal kişand têkoşîn û jiyana Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û diyar kir ku Bêrîtan têkoşîna jina Kurd gihande Kurdistanê.
Sozdar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan tê kirin ne tenê weke ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin.
Her wiha di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê 22-23’ê Cotmehê saet 11:00 li Qada Kleber pêşiya Konseya Ewropayê bê lidarxistin jî hate kirin.