Çalakiya Kurdan a li pêşiya NY a Cenevreyê didome

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa NY a bajarê Cenevre ya Swîsre hatibû destpêkirin, bê navber didome.

Kurdistanî û dostên wan ji 25’ê Çileyê û vir ve her Çarşemê li pêşiya NY’yê çalakiya kon a dabû destpêkirin, bê navber didome.

Çalakî di şexsê Rizgar Serhildan (Reşîd Çetînkaya) û Zerdeş Sîser (Mihemed Çevîk) hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî û destnîşan kir ku ew çalakiya xwe di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan dike, pêk tîne.

Saglam got: “Dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li ber tecrîdê, dîsa bikaranîna gazên jehrî yên li ser gerîla û xwezaya Kurdistanê dibin hevkarên êrîşan.”

Saglam banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê 22’yê Cotmehê roja Înê li Cenevreyê bê lidarxistin jî kir.

Çalakî bi dirûşman û pişta xwe dana NY’yê dawî bû.